Agahdariya ji bo qûrbaniyên tawanbariyê

Ji bo te kesê ku tawanbarî lê hatiye kirin

Ger li hemberî te sûcek hatibê kirin, dibe ku ji bo tezmînatê tu mafdar bê. Sê babetê cûda yê curên tezmînatê hene: Zerarên ji tawandar/sûcdar, tezmînata sîgorteyê û berdêla tawana ji dewletê. Her çiqasî sûcdar neyê zanîn jî, dikarê mafê te yê tezmînata sîgorteyê û berdêla zerarên sûcê ku bûyî tu bigirê hebê.

Xesaretdan û tezmînata sîgortayê

Ger darizandin ji bo sûcê li hemberî te hatî kirin çê bibê, biryara bê sûcdar wê çiqasî tazmînatê bidê te dadgeh didê. Ji bo alîkariya sitandina tezmînatê tu dikarê serî li karmendê îcraye bidê.  Derfeta sitandina tezmînatên wek mîne ji sîgorta malê anjî ji yekîtiya sendîkan û kardêran bigrê heye.

Tezmînata ziyana ji ber sûc/tawanê

Ger tu nekaribê tezmînatê bi temamî ji sûcdar bistînê, ji mafê te ye ku tu ji dewletê anjî ji sîgortayê bistînê. Ji bo ku mafê te yê tezmînatê hebe, divê te ji bo lêkolîna sûcê hatî kirî li cem polîs gilî kiribê. Ger sûcdar nenas bê, pêwistî bi lêkolîna hatî kirin heye, wek mîne pêşlêpirsîna ku destnîşan didê ku li hember te sûcek hatiye kirin. Ger polîs zanibê bê yê sûcdar kî ye, betirê caran ji bo ku tu karibê tezmînata ziyana ji ber sûc ji yê sûcdar bistînê pêwistî bi biryara mehkûmiyeta dadgehê heye.

Tezmînata zerara sûc ji bo sûcê ku li Swêdê qewimiye derbas dibê. Ger rûniştina te ya li Swêdê dayîmî anjî miweqet bê jî wek mîne turîst anjî xwendevan, dikarê dîse jî mafê te yê tezminatê hebê. Ger li Swêdê rûniştina te hebê û li dervî welat bûyerek werê serê tê dise jî mafe te yê tezmînatê ku tu bistînê heye.

Ji bo tezmînata ziyana ji ber sûc/tawanê ez dikarim çi bistînim?

Wek mîne; Tezmînata ku tu karibê bistînê:

  • binpêkirina cidî ya kirêtkirina kesane, wek mîne; Ger li hember te lêxistin, gefên bêqanûnî, dest dirêjayiya cinsî û şêlandin hatibê kirin
  • wek mîne; mesrefên lênerîna bijîşk/doktor, derman û terapiya bi riya axaftinê
  • wendakirina dehatê(qezencê)
  • êş û jan, wek mîne; Êş û nerehatiya ku mirov di dema nexweşiyê de jiyan dikê
  • zarerên ku pêkhatî, wek mîne; Dewsa birînê, kêmbûyîna dîtînî anjî bihîstînî
  • zerara berçavk û cil û bergan anjî weke tiştên ku li ser te heyî dema tu birîndarî bûyî.

Ger kesekî tu xapandibê tu dikarê di hinek rewşên awerte de jî tezmînatê bistînê, ev jî wek minê; Pere, tiştên hatî dizîn anjî şikestin.

Ji bo tezmînata ziyana ji ber sûc/tawanê ezê çawa serî lê bidim?

Tu dikarê bi riya dagirtina formek taybet anjî  malperê serî ji bo tezmînata ziyana ji ber sûc/tawanê li cem dayireya qurbaniyên sûcdariyê bikê. Piştî bûyera sûcdariyê divê di hundirê sê salan de tu serî lêbidê, lê bi şertê ku divê pêşlêkolîn temam bûbê anjî derfeta biryara ku dadgehê dayî edî mafê îtirazkirinê nemabê. Zarokên ku li hember wan sûc hatî kirin heta 21 saliya xwe dikarin daxwaza tezmînata ziyana ji ber sûcdariyê bikin.

Ger di derheqa tezmînata ziyana ji ber sûc/tawanê tu bixwazê zêdetir bizanibê tu dikarê bi reya telefona 090–70 82 00 bi dayireya qurbaniyên sûcdariyê re têkiliyê deynê. Ji bo alîkariya serîlêdanê, tu dikarê miraceatî dezgeha alîkariya qurbaniyên sûcdariyê, mala parastina jinê anjî saziyên dî yên îdeel bikê.

Ji ku derê ez dikarim piştgirî û alîkariyê bigrim?

Gelek dayîre û organîzên cuda ku dikarin alîkarî û piştgiriyê bidin hene. Polîs û dozger divê li ser mafê qurbaniyên sûcdariyê, agahî û alîkariya bê tê çawa tezmînatê bistînê bidê. Li hember sûcê ku li te û xizimê te bûye, ji bo sitandina  alîkarî û piştgiriyê, dayîreya xizmeta civakî ya li Şaredariya te berpirsiyare. Her weha tu dikarê bi lênerîna têndurîstî- û nexweşan re anjî bi organizasyoneke îdeel ku ji bo alîkariyê bidê qurbaniyên sûcdariyê kardikin re têkiliyê deynê.